IraqNûçeRojhilatanavin

Opêrasyona hêzên iraqî jibo paqijkirina riya Tikrît-Mûsilê

Hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê opêrasyona azadkirina riya Tikrît-Mûsilê destpê kirin û hevgavê vê yekê artêşa Iraqê jibo destpêkirina êrişa ser rojavaya vî bajarî û azadkirina wê xwe amade dike.

Li gorî rapora malpera Sumeriye News`ê, Ehmed el-Esedî berdevkê hêzên  Heşdi Şeibî yên Iraqê got: me îro operasyoneke berfire jibo azadkirina riya Tikrît-Mûsilê destpê kir. Hêzên Heşdî Şeibî pêşdaçûna xwe jibo azadkirina vê rêyê ku ketîye devera navbera Cibal Mekholê û gundê Hacelîyê, didomînin.

Esedî herwiha got: Hêzên Heşdi Şebî gundên Cabir Huweydî, Hindî, Edmane û Feyaz El-Selec li mêhwera Tikrît-Mûsilê rizgar kirin.

Di vê çarçovê da, Meysem Zeydî serokê leşkera cengê ya Ebas piştî hevdîtina ligel Osman Ganimî serokerkanê artêşa Iraqê got: Me li bara amadekariyên vê leşkerê jibo pişkdariya li operasyona azadkirina rojavaya Mûsilê gotûbêj kir.

Wî herwiha got: Di vê civînê da me li bara amadekarîyên pêwîst jibo hevdengîya ligel artêşa Iraqê û pişkdarîya li operasyona azadkirina rojavaya Mûsilê li gorî fermana artêşê û herwiha dabînkirina ewlehiya bajarên Kerbela û Necefê û warên pîroz qise kir.

Evdilemîr Reşîd Yarulah fermandarê hêzên Heşdî Şeibî jî ragihand ku hêzên iraqî amadekarîyên êrişa ser rojavaya Mûsilê destpê kirine.

Televîzyona Musilye ya Iraqê jî ragihand ku hêzên Heşdî Şebî xwe jibo piştgirîya ji opêrasyona artêşa Iraqê jibo azadkirina rojavaya Mûsilê mideha 2 yan sê rojên pêşda amade dikin.

Hêzên iraqî vê dawîyê kontrola rojhilata Mûsilê tam xistin destê xwe. Niha jibo paqijkirina bajarê Mûsilê ji têrorîstên DAIŞ`ê riyeke dijwartir li ber hêzên iraqî ye ji ber ku rojavaya Mûsilê kolan û kûçeyên wê lihevalîyayî û teng in.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu