IraqNûçeRojhilatanavin

Operasyona paqijkirina başûrê Kerkûkê li Iraqê ji terorîstan destpê bû

Hêzên Heşda Şebî ji vê sibê ve, oprasyona paqijkirina navçên başûrê Kerkûkê li bajarê Dûz Xormatûyê ji bin lepên koma terorîstî ya DAIŞ`ê destpê kirin.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Rêxistina  hêzên gelanî yên Iraqê bi daxûayniyê raghand: Hin yekîneyên Heşda Şebî, operasyona  şopandina  endamên koma  terorîstî ya DAIŞ`ê û paqijkirina wan li navça Dûzxormatûyê bi hevkariya hêzên polîs û berteka lezgîn û piştgiriya  helîkopterên artêşa Iraqê destpê kirine.

Li daxûyaniya Heşda Şebî, armanca operasyona  li başûrê Kerkûkê, jinavbirina bingehên çalak ên DAIŞ`ê û paqijkirina navçên derdora wê ji postên lêgerînê yên sexte hatiye raghandin.

Hin bingehên DAIŞ`ê bi hevkariya  koma  terorîstî ya nasiyar bi alayên sipî li mehên derbasbûyî bi avakirina hin  postên lêgeriyên yên sexte, hejmarek ji xelkê navçên  curbicure Kerkûkê kuştine.

Destpêûan vê operasyonaê piştî daxwaziyên berdewam ên xelkê navça Dûzxoramtûyê yên Kerkûkê ji bo muadxila hêzên Heşda Şebî li vê barê û rawestana li ber terorîstan cih hatiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu