Heşda Şebî ya Iraqê raghand ku operasyona eskerî jibo kemilandina çola Cezîrê destpê bûye.
Li gorî rapora Someriye Newsê, Heşda Şebî ya Iraqê li daxûyaniyekê ragahnd: Hêzên Heşda Şebî û artêşa Iraqê operasyoneka berfireh a eskerî jibo kemilandina azadiya çola Cezîrê navbera Mûsil û Enbarê heya sînorên Sûriyê destpê kirine.
Hêzên iraqî piraniya navçên vî welatî ji lepên DAIŞ`ê rizgar kirine û tenê hin navçê çolî li sînorê navbera Sûriyê û Iraqê di destê DAIŞ`ê de mane.