İslami Davet Kurdi Bange İslami

Operesyona kontrolkirina 11 gundên Hiwêce dest pê kir

Irak'ın Selahattin iline bağlı Hemrin'deki ordu birlikleri ve Şii milis güçlerle terör örgütü DAEŞ arasında şiddetli çatışmalar yaşandı. DAEŞ hedeflerine yönelik gerçekleştirilen operasyon topçu birlikleri de katılıyor. (07.04.2015) (Haydar Hadi - Anadolu Ajansı)

Artêşa Iraqê îro berbangê operesyona 11 gundên li sînorê bajarokê Hiwêce ji destê DAIŞê dest pê kir, li gor fermandarekî artêşa Iraqê jî heta niha 4 gund hatine rizgarkirin.

Efserê Ferqeya 9 ya artêşa Iraqê Eqîd Heysem Cibûrî ji got: “Hêzên artêşa Iraqê bi piştevaniya firokeyên şer yên Iraqê îro berbangê li bakurê rojavayê Hiwêce dest bi operesyonê kir, armanc jî kontrolkirina 11 gundan e.”

Li gor wî efserî, hêzên Iraqî heta niha karîne gundên (Şelalat, Şelalatê Îmam, Ebasiye, Denhos) kontrol bikin û niha jî li navçeya Hîçil dest pê kiriye.

Derbarê hêzên di wê operesyonê de beşdar Cibûrî got: “Firqeya 9 û Lîwaya 60 ya artêşa Iraqê, Polîsa Tekrîtê û ya Federalî di operesyonê de beşdar in. heta niha ji sedî 50 ji plana me hatiye cibicîkirin û di çend demjimêrên bê de tevahiya planê cibicî dikin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version