ÎranNûçeRojhilatanavin

Endamên kongira Emerîkayê gefa Trump li dijî Îranê rexne kirin

Twîta bi gef a serokkomarê Emerîkayê bû sedem ku gelek ji endamên kongirê wî rexne bikin.

 

Li gorî rapora IRNA`yê, endamên kongira Emerîkayê twîta  bi gef a Donald Trump serokkomarê Emerîkayê li dijî Îranê li çarçoveya  xalifandina raya giştî û nekêrhatîbûna  dewleta wî dan zanînê.

Tîm Kîn endamê meclisa Senayê ji eyaleta  Vîrcînyayê twîta Trump nîşana  hewldana wî ji bo destpêkirina  cengekî li dijî Îranê da zanîn û got: Ev meseleya divê hişyariyek be jibo gişkan..

Senator  Diyan Fînştayn twîta Trump ehmeqane wesf kir û nivîsî: Gefa şêr di twîta dawiya şevê de, ne dîplomasî ye. Himaqet e û sivikkirina  cih û şûna  Trump e.

Rîçard Blomental endamekî din ê  Senaya Emerîkayê bal kişand ser vê yekê ku  dewlet aTrump  li hember Têhranê stratejiyek tine û edebiyat û bêtoretiya wî li dijî Îranê bi talûke da zanîn.

Bêrnî Senders senatorê eyaleta  Vermantê jî got: Trump ji bo şêr plan û bernaman  dike ku dubare were bijartin.

Lowîd Dagêt endamê meclisa nûnerana a Emerîkayê jî li hember gefa Trump bertek nîşan da û  wê hewldana ji bo xalifandian  raya giştî ji teslîmbûan wî li hember Pûtîn û destkewtên  pir kêm li hember Koreya bakurî da zanîn û got: Van cure egfên bi talûke renge bibe sedema  şerê tev Îranê ku hin kes li Rojhilata Navîn  bi salan e lê digerin.  Donald Trump di twîtera xwe de  li hember hişyariyên  Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê nivîsî: Tu carî û tu carî gefê li Emerîkayê nexwen.

Rûhanî roja yekşemiyê li axiftinekê xitabî emerîkiyan û li bersiva vê yekê ku wan gotine, nahêlin  nifta Îranê bê firotin û got: Serokkomarê Emerîkayê bila bizanibe ku Îran ewlehiya  av rêya  navçê di dirêjahiya dîrokê de  misoger kiriye û bila bi dêla şêr re nelîze ji ber ku bersiva Îranê dê wan poşman bike.

Başa dön tuşu