CîhanEwropaNûçe

Otobusa rêwiyan li kamyonê qelibî: 48 mirî û 10 birîndar

Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî ya Peruyê, otobusa ku 53 rewî têde û ji bajarê Huachoyê diçû Limayê li kamyonê qelibî û paşî ji kendalekî 100 metro bilind ket.

Di qezaya ku 45 kîlometro li bakurê Limayê li rêya Pasamayoyê pêk hat de, herî kêm 48 rewiyan jiyana xwe ji dest da û 10 rewî jî birîndar bûn.

Berdevkê polîsê trafîkê Dino Escudero di axaftina xwe de ragihand ku qezaya trafîkê di fetlanoka La Curva del Diabloyê de pêk hat û guman heye ku hejmara miriyan zêde bibe.

Li gor daxuyaniya Dino Escudero hêzên ewlehî û tîmên afadê xebatên xwe yên lêgerîn û rizgarkirinê didomînin.

Başa dön tuşu