ÎranNûçeRojhilatanavin

Owhedî: Siûdiyan viyana xwe ya cidî bona qebûlkirina ziyaretkirên îranî tine ne

Serokê Rêxistina Hec û ziyaretê yê Îranê got ku berpirsiyarnebûna Erebistanê li hember taxima cihêner a Îranê nîşana cidînebûna siûdiyan bona qebûlkirina ziyaretkirên îranî bo heca temetua îsal e.

Seîd Owhedî roja yekşemê roja yekşemê li gotûbêja tev IRNA`yê got: Berpirsên Erebistanê tu bersivek nedane cixîzên (xet) sor û rêçareyên pêşniyarkirî yên Îranê û bidawîbûna muzakiran ku dewama vê pêvajoyê nîşana cidînebûna siûdiyan e.

Owhedî her wiha got ku bikaranîna geşta hewayiya Îranê, çawaniya dayîna vîzeyê bo ziyaretkiran, behrewergirtina ji xizmetên konsûlî û parastina îzet, keramet û ewlehiya ziyaretkirên îranî çar xetên sor ên Îranê li heca îsal e.

Owhedî got ku herîkêm divê li du hefteyên buhurî ji aliyê berpirsên heca siûdî bo cihanîn û bidawîhatina muzakiran taxima îranî hatibû vexwendin ku ev yeka neqewimiye.

Serokê Rêxistina Hec û ziyaretê yê Îranê destnîşan kir ku tu duberetî û cihêkariyek ji aliyê Erebistanê bona wergirtina ziyaretkiran nayê qebûlkirin ji ber ku hec mafê şer`î û rewa yê her misilmanekê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu