BehreynÎranNûçeRojhilatanavin

Oxirkirina meytê sê ciwanên behreynî li Qumê

Meytên sê ciwanên serhildana gelê Behreynê li dijî Rejîma Alê Xelîfe, piştî nimêja îniyê li Qumê li başûrê Têhranê hat oxirkirin û defnkirin.

 Endamên Rejîma  Alê Xelîfe, çar ciwanên behreynî heftiya buhurî kuştin û ji bo veşartina  cinayetên xwe, meytên wan xistin deryayê. Meytên  sê kes ji wan gihêşt peravên  parêzgeha  Bûşihrê li başûrê Îranê.

Meytên  seyd Qasim Xelîl Derwşî, Mêysem Elî Îbrahîm û seyd Mehmûd seyd Adil Kazim, sê ciwanên  beherynî li halekê hatin oxirkirin ku beşdarên  vê mrasimê wêneyên  şêx Îsa Qasim, alimê binavdeng û behreynî û cangoriyên din ên  serhildana  gelê vî welatî girtibûn destê xwe.

Beşdarên  merasima  oxirkirina van ciwanên behreynî her wiha bi avêtina  sloganên “ mirin jibo Emerîkayê“ û “ mirin jibo Îsraîlê“ cinayetên  kirêgirtiyên  îstikbara cîhanî li navçê şermezar kirin.

Behrêyn ji 14`ê Sibata sala 2011`an ve bûye şahidê nerizamendiyên gelanî yên dijî rejîma Alê Xelîfe. Xelkê Behrêynê azadî, dad û jinavçûna newekheviyê dixwezin û hes dikin dewleteka bijare li welatê wan damezire. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu