Meytên sê ciwanên serhildana gelê Behreynê li dijî Rejîma Alê Xelîfe, piştî nimêja îniyê li Qumê li başûrê Têhranê hat oxirkirin û defnkirin.
Endamên Rejîma Alê Xelîfe, çar ciwanên behreynî heftiya buhurî kuştin û ji bo veşartina cinayetên xwe, meytên wan xistin deryayê. Meytên sê kes ji wan gihêşt peravên parêzgeha Bûşihrê li başûrê Îranê.
Meytên seyd Qasim Xelîl Derwşî, Mêysem Elî Îbrahîm û seyd Mehmûd seyd Adil Kazim, sê ciwanên beherynî li halekê hatin oxirkirin ku beşdarên vê mrasimê wêneyên şêx Îsa Qasim, alimê binavdeng û behreynî û cangoriyên din ên serhildana gelê vî welatî girtibûn destê xwe.
Beşdarên merasima oxirkirina van ciwanên behreynî her wiha bi avêtina sloganên “ mirin jibo Emerîkayê“ û “ mirin jibo Îsraîlê“ cinayetên kirêgirtiyên îstikbara cîhanî li navçê şermezar kirin.
Behrêyn ji 14`ê Sibata sala 2011`an ve bûye şahidê nerizamendiyên gelanî yên dijî rejîma Alê Xelîfe. Xelkê Behrêynê azadî, dad û jinavçûna newekheviyê dixwezin û hes dikin dewleteka bijare li welatê wan damezire. (BANGÊ ÎSLÂMİ)