IraqNûçeRojhilatanavin

Pakijkirina 45 gundan ji têrorîstan li çola rojavaya parêzgeha Al Anbarê

Wezareta Berevanîyê ya Iraqê ragihand: Li dewama opêrasyona azadkirina deverên grava rojava li rojavaya parêzgeha Al Anbarê, yekîneyên Artêşê, Hêzên Polîs ên Fêdêral û Heşdi Şeibî yên Iraqê karîn 45 gundan ji têrorîstên DAIŞ`ê pakij bikin.

Li gorî rapora nûçegihanê me ji Bexdayê, Wezareta Berevanîyê ya Iraqê ragihand: Li opêrasyona pakijkirina wan gundan 2400 kîlomêtrên çarkunc ji têrorîstên DAIŞ`ê hatin pakijkirin û 7 maşînên têrorîstan jî hatin têkbirin.

Li dewama vê daxûyanîyê hatîye: Hêzên ewlehîyê herwiha 450 bombe û 2 kargehên bicihkirina bombeyan li maşînan pûç kirin an teqandin.

Opêrasyona berfire ya hêzên hevpar ên Artêş, Polîs û Heşdi Şeibî yên Iraqê ji bo pakijkirina çolên parêzgehên Selahedîn, Nêynewa û Al Anbarê ji hejmara kêm û perrate ya têrorîstên DAIŞ`ê ji sibeya roja pêncşemê va destê bû.

Ev opêrasyona piştî wê destpê bû ku hêzên ewlehîyê yên Iraqê înîya hefteya buhurî bajarê Rawê li rojavaya Al Anbarê ku bajarê herî dawîyê yê di destê DAIŞ`ê de bû, azad bikin.

Başa dön tuşu