ÎranNûçePakîstanRojhilatanavin

Pakistan: Tevî hewldana  zêde ya  endamên li pişt perdê, peywendiyên  Îran û Pakistanê tim xurt û qahêm mane

Wezîrê karên derve yê Pakistanê teqez kir ku hewldana endamên biyanî bona lihevxistina peywendiyên baş navbera Têhran û Îslambadê rastî işkestê hatiye.

 Li gorîrapora IRIB Newsê, ji Îslambadê, Şah Mehmûd Qureyşî li gotûbêja bi kanala  nûçan a Dunya Newsê got: Tevî hewldana  zêde ya  endamên li pişt perdê, peywendiyên  Îran û Pakistanê tim xurt û qahêm mane.

Wezîrê karên derve yê Pakistanê bal kişand  ser komployên  dijminan bona pêkanîna  bêtifaqiyê navbera Îslamabad û Têhranê û got hin welat hewl didin navbera Têhran û Îslambadê bê tifaqiyê çêkirin û derbê li peywendiyên baş navbera Pakistan û Îranê xînin.

Şah Mehmûd Qureyşî her wiha got ku piştî azadiya hin sînorparêzên rewandî yên Îranê, hewldanên  Pakistanê bon azadiya sînorparêzan didomin.

Rayedarên Pakistanê meha derbasbûyî û piştî êrişa terorîstî li parêzêgeha  Sîstan û Belûçistanê li başûrê rojhilata Îranê jî amadetiya xwe bo her cure hevkariya bi Komara Îslamî ya Îranê re raghandibûn.

Çarşemiyê 13  Sibatê otobuseke hilgirê sînorparêzên Komara Islamî ya Îranê li cadeya Xaş-Zahidanê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ket ber êrişeka têrorîstî ku di encamê da  27 kes şehîd û 13 kes jî birîndar bûn. Koma terorîstî ya nasiyar bi Cêyş Ul-Zilmê berpirsiyariya vê êriş da istûyê xwe.

Başa dön tuşu