EfxanîstanNûçePakîstanRojhilatanavin

Pakistanê esmanê xwe li ser firokeyên Efxanistanê vekir

Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Efxanistanê qala vekirina esmanê Pakistanê li ser firokeyên Efxanistanê kir.

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya Tasnim Newsê, Li gorî ragihandina Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Efxanistanê, di encama gotûbêjên berdewam ên dewleta vî welatî, esmanê Pakistanê li ser firokeyên Efxanistanê hatiye vekirin.

Piştî gurrbûna kêşeyên navbera Pakistan û Hndê, Islam Avayê esmanê xwe li ser firrîna firokeyên Efxanistan û Pakistanê girêdabû.

Firokeyên Efxanistanê jibo çûyîna bo Hindê neçar bûn ku riyeke dûr û dirêjtir hilbijêrin ku di encamê da xerc û dema firrînê duqat bûbû.

Başa dön tuşu