ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Helbusî: Em pêwendiyên xwe bi Îranê ra diparêzin

Serokê nû yê Parlimana Iraqê ragihand ku Bexda pêwendiyên xwe bi Têhranê ra diparêze.

Li gorî rapora YJC’yê ji zarê malpera El yewm El sabiyê ya Misrê, Mihemed Helbusî serokê nû yê Parlimana Iraqê destnîşan kir ku welatê wî pêwendiyên xwe bi Îranê ra diparêze.

Helbusî li civîna nûçegihaniyê li balyozxaneya Iraqê li Qahirê tevî ragihandina dijayetiya xwe bi vê yekê ku welatê wî bibe meydanek ji bo diojminatiya siyasî navebra Îran ê ûAmerîkayê, got: Iraqê dê bibe cihek ji bo komkirina hemî aliyan.

Helbusî got: Iraqê li ser pêwîstiya rêzgirtina li hakimiyeta welatan û destwernedana li karên navxweyî yên vî welatî pêgiriyê dike. Wî derbarê qeyrana avê jî bi gotina vê yekê ku bi xwe bi hevtayê xwe yê tirk û sikritirê giştî yê Yekîtiya Ereban axiviye, amaje bi pişk û para Iraqê ji avê û pêwîstiya pêkanîna ewlehiya avî li navçeyê kir û got: Iraq li gotûbêja bi aliyê tirkiyeyî ra li ser pêwîstiya bidestxistina para avê ya Iraqê pêgirî kiriye.

Serokê Parlimana Iraaqê di deamê da li ser dijayetiya xwe bi destwerdana Tirkiyê an destdirêjiya ser Iraqê her wiha bikaranîna hin komên têrorîst ji bo derbelêdana li berjewendiyên welatên cînar pêgirî kir û got: Iraq û Tirkiye rêzê li hakimiyeta welatan digirin.

Mihemed Helbusî her wiha lis er pêwîstiya çareserkirina nakokiyên navbera welatên erebî pêgirî kir û got ku ev nakokî navçeyê jî digirin ber xwe./ Iraqiyan plana parvekirina Iraqê bê-encam kirin û têrorîsma DAIŞê ji nav birin.

Başa dön tuşu