NûçeRojhilatanavinSûriye

Palmîra azad bû

Bingehên eskerî yên Sûriyê ragihandin ku bajarê dîrokî yê Palmîra yan Tedmûrê bi tamî ji destê terorîstên DAIŞ’ê azad bû.

Bingehên eskerî yên Sûriyê ragihandin ku piştî şer û pevçûna şeva derbasbûyî di navbera artêşa Sûriyê û grûpa terorîstî ya DAIŞ’ê li derûdora bajarê Palmîrayê, îro ev bajara ji destê terorîstan hat derketin.

Her li vî bajarî da ajansa fermî ya Sûriyê, SANA`yê ragihandiye ku niha karê paqijkirina bajarê Palmîrê ji wicûda terorîstan destpê bûye.

Artêşa Sûriyê li van rojên vê dawiyê li derûdora bajarê dîrokî yê Palmîrayê, pêşketinên zav anîbûne destê xwe û derbên giran li terorîstan xistibûn ku ev operasiyona berfireh a artêşa Sûriyê dijî terorîstan bibû sebeb ku terorîst ji derûdora bajarê Palmîrayê paşda herin.

Hatiye ragihandin ku li van şer û pevçûnên di navbera artêşa Sûriyê û endamên grûpa terorîstî ya DAIŞ’ê li derûdora bajarê dîrokî yê Palmîrayê gelek ji terorîstan hatine kuştin.

Bjarê Palmîra yan Tedmur ku li nav Sûriyê wekî Mirwarîda Sehrayê tê naskirin yek ji bajarên kevnare cîhanê ye ku navê vî bajarî di nav lîsta bajarên kevnare UNESCO`yê da qeyd bûye.

Terorîstên DAIŞ’ê ji meha Gulana bihurî bajarê Palmîrayê dagîr kirin û ji wê çaxê şûnda gelek ji şûnewarên dîrokî yên nav vî bajarî kavil kirin.

Başa dön tuşu