Wezîrê Derve yê Îtalya Paolo Gentiloni bi fermî bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta wî welatî hat erkdarkirin.
Piştî ku Serokwezîrê Îtalya Matio Renzi projeya pêdeçûn û sererastkirina destûra wî welatî xiste referandumê û piraniya xelkê Îtalya ew proje bi dengê Nexêr red kir, û ji ber wê yekê jî Renzi dest ji kar berda, Wezîrê Derve yê Îtalya Paolo Gentiloni bo pêkanîna kabîneya nû hat erkdarkirin.
Serokê Îtalya Sergio Matarella, bi awayekê fermî Paolo Gentiloni raspard da ku hikûmeta nû pêk bîne û bi vî awayî Gentiloni cihê Renzî digire û dibe serokwezîrê dahatî yê Îtalya.
Piştî erkdarkirina wî ji aliyê Serokê welat ve, Gentiloni mijûlî diyarkirina wezîran û pêkanîna kabîneya hikûmetê ye. Bo destpêkirina erka xwe ya nû di posta serokwezîriyê de, Gentiloni pêwîstî bi baweriya parlamentoyê heye.
Îtalya di heyama 70 salên dawiyê de, 63 kabîneyên hikûmetê bi xwe ve dîtiye, ku hejmareke balkêş e. Paolo Gentiloni ku di kabîneya Matio Renzi de, Wezîrê Derve yê Îtalya bû, 62 salî ye û ser bi Partiya Demokrata Îtalya ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)