ÎranNûçeRojhilatanavin

Amiral Seyarî pêgirî li ser jordabirina asta şîyana berevanîya welat kir

Alîkarê Hevdengker ê Artêşa Komara Islamî ya Îranê pêgirî li ser jordabirina asta şîyana berevanîya welêt kir.

Alîkarê Hevdengker ê Artêşa Komara Islamî ya Îranê Admîral Hebîbullah Seyyarî îro li rex merasima vekirina nîşangeha destkevtên berevanîyê yên hêzên çekdar ên Îranê ya ser navê “ 40 sal iqtidar“ li Têhranê herwiha got: Jordabirina asta şîyana berevanîya Îranê ne bi wateya êriş û zorbêjîya li hemberî welatên din e.

Admîral Seyyarî pêgirî kir ku boykot û gefên dijî Komara Islamî ya Îranê hîç bandorekê li pêşxistina şîyana berevanîya welêt nakin û got: Îran tu demekê di warê dabînkirina hewcedarîyên xwe yên ji bo berevanîyê hewcedarê welatên din nîne.

Alîkarê Hevdengker ê Artêşa Komara Islamî ya Îranê herwiha pêgirî kir: Bila dijmin bizanin ku heke êrişî sînor û berjewendîyên Îranê bikin, bê guman dê poşman bin.

Nîşangeha destkevtên berevanîyê yên hêzên çekdar ên Îranê ya ser navê “ 40 sal iqtidar“ îro li Nimêjgeha Imam Xumêynî (RE) li Têhranê destpê bû û yê heta 11`ê Sibatê vekirî be û bidome.

Başa dön tuşu