Rêberê Katolîkên cîhanê ji ber firotina çek û sîlehên ewrûpî bo Erebistanê û bikaranîna wan li êrişên ser xelkê Yemenê bi tundî rexne kir.
Li gorî rapora kanala Ray News`ê ya Îtalyayê, papa Firansîs rêberê katolîkên cîhanê xitabî firoşerên çekan got ku ew wekî firoşerên mirinê ne û diyar kir: Kiryara welatên ku çekan ji bo şerxwaziyê û gurrkirina şêr difroşin,weke duarûtiyê ye.
Rêberê katolîkên cîhanê her wiha Meto Salvînî wezîrê karên hundir ê Îtalyayê bi girêdana deriyên benderan ser awareyan û vekirina wan ser çek û sîlehan bona şandina bo Yemenê tawanbar kiriye.
Kovar û medya îtalîzimên ji wan TPI bala xwe dane ser vê mijarê û li raporên cuda ser navê “ pap li dijî Salvînî, raghandin ku rêberê katolîkên cîhanê Salvînî û kesên ku mîna wî li Ewrûpayê deriyên benderan ser çek û sîlehan vedike û ser awareyan de girêdide, bi tundî rexne kiriye.
Li gorî raghandina hin çapemeniyên îtalîzimên, Meto Salvînî wezîrê karên hundir û alîkarê serokwezîrê Îtalyayê heya niha bi caran daxwaza hevdîtina bi papa re hebûye lê nehatiye qebûlkirin.