Paporên îranî diçin oqyanûsa Etlesê
Cîgirê fermandê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê li bara şandina kompaporê artêşê bo oqyanûsa Etlesê li mehên tê agahî da.
Emîr deryadar Tûrec Hesenî Muqedem, cîgirê fermandê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê roja îniyê li gotûbêja bi IRNA`yê re got : Şandina kompaporê artêşê bo oqyanûsa Etlesê li çarçoveya cihanîna fermana fermandehiya gişt hêzan, parastina berjewendiyên neteweyî li avên dûrdest, bilindkirina alaya Komara Îslamî ya Îranê û bêencamkirina proja tirsandina ji Îranê û dabînkirina ewlehiyê hêlên deryavaniyê ye.
Cîgirê fermandê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku kompaporê Îranê li mideha erkdariyê, dê hemî topa erdê bigere û got: Paporşikêna hilgirê helîkopterê ya bi navê Sehendê dê hevrêtiya kompaporê îranî li erkdariya oqyansûa Etlesê bike.