NûçeRojhilatanavinSûriye

Paqijkirina çolistana Dêrazor û derdora Humsê li Sûriyê bi dawî hat

Hêzên artêşa Sûriyê karê pqijkirina navçeyên derdora Dêrazor û Humsê li kêleka sînorên rêvebiriyê yên van du parêzgeha ji hebûna têrorîstan bi dawî anîn.

Li gorî rapora kanala têlêvîziyonî ya El Exbariyê ya Sûriyê, Hêzên artêşa Sûriyê ku ji çend rojan beriya niha va karê paqijkirina çolistana Dêzazor û navçeyên sînorî yên parêzgeha Humsê dest pê kiribûn, roja Çarşemiyê gihîştine sînorên rêvebiriyê yên du parêzgeha û erka xwe bi dawî anîn.

Hêzên artêşa Sûriyê li vê operasiyonê navçeyek bi berfirehiya heştî kîlomitrî paqij kirin.

Başa dön tuşu