NûçeRojhilatanavinSûriye

Paqijkirina dawîn baregeha DAIŞê li Çola Suweydayê ji aliyê artêşa Sûriyê va

Çavkaniyên sûrî ragihandin ku Artêşa Sûriyê di çend saetên bihurî da êrîşin deqîq li ser dawîn baregeha têrorîstên DAIŞê li Telul El Sefayê li çola rojhilatî ya Suweydayê pêk anî ku di encama wê da bi dehan têrorîst hatin kuştin an birîndar bûn.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya ISNAyê ji zarê Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê nasyar bi SANA News’ê, Artêşa Sûriyê her wiha hewildana têrorîstan ji bo ketina navçeya nêzikî bendava Hatîlê li bakurê rojavaya Telul El Sefayê pûç kir.

Artêşa Sûriyê ji roja 9ê Tebaxa 2018an va operasiyona kokbirkirina koma têrorîst a DAIŞê li Çola rojhilatî ya Suweydayê wek dawîn baregeha koma têrorîst a DAIŞê li başûrê Sûriyê dest pê kiriye.

Ji aliyê din va êrîşa kesên çekdar ên ser bi koma têrorîst a Eswed El Şerqiyê ya ku ji aliyê Amerîkayê va tê piştgirîkirin, li ser navçeya Tedmurê li parêzgeha Humsê tûşî berteka derdem a artêşa Sûriyê bû û têk çû. Li vê operasiyonê du têrorîst hatin kuştin û du kes jî hatin girtin.

Du têrorîstên ku hatine girtinê li xwe mukur hatin ku pisporên amerîkî vê komê fêr dikin.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê jî ragihand ku pêspartiya vê koma ser bi Amerîkayê pêkanîna êrîşên têrorîstî li bajarê Tedmurê û misogerkirina hatina hêzeka sereke ya têrorîstan pêkhatî ji 300 kesan ji bo serdestiya li ser vî bajarê dîrokî bûye.

Amerîka û hevpeymanên wî welatî ji sala 2014an va bi mehneya têkoşîna dijî koma têrorîst a DAIŞê, derveyî çarçova Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û bêyî hevahengiya bi dewleta Sûriyê ra hevpeymaniyek ava kirin; Vê hevpeymaniya amerîkî heta niha gellek ji welatiyên bêguneh li Iraq û Sûriyê kuştine.

Sûriyê bi caran bi şandina nameyan bo Konseya Ewlehiyê ya NY, êrîşên neqanûnî yên firokeyên şêrr ên hevpeymaniya bi serokatiya Amerîkayê li ser axa xwe şermezar kiriye.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tikriyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.

Başa dön tuşu