Paqijkirina hin navçan li Sûriyê ji terorîstan
Hêzên artêşa Sûriyê karîn ku hin beşên din ên vî welatî ji terorîstan paqij bikin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, artêş û hêzên berervaniya neteweyî ya Sûriyê li 24 sietên buhurî bakurê parêzgeha Hemayê li bakurê rojava vî welatî paqij kirin ku li encama wê bi dehan terorîst hatin kuştin an birîndar bûn.
Her wiha li encama êrişên bi hawanê ser taxên xelknişîn ên Helebê 10 kes hatin kuştin an birîndar bûn.
Bi giranbûna dorpêça terorîstan li taxên rojhilata Helebê, êrişa terorîstan ser welatiyên vî bajarî zêde bûne.
Li gor nûçeyeke din ji Sûriyê, yekînên artêşa vî welatî êrişa terorîstan ser navenda berevaniya hewayî ya El-Mehcûrê li Derayê li başûrê Sûriyê bêencam kirin.
Artêşa Sûriyê li dewama operasyona li dijî grûpên terorîst tûnêlek jî li rojhilata Şamê teqand ku li encama wê hemî endamên terorsît ên li nav vê tûnêlê hatin kuştin.
Her wiha li encama pevçûnên giran li çend bajarokên Idlibê navbera du grûpên terorîst ên Cund El-Eqsa û koma terorîst a Ehrar Ul Şamê qewimî ku li encama van pevçûnan hejmareke zêde ji endamên her du komên terorîst ji wan Munîr El-Debûs serkirdê eskerî yê koma terorîst a Ehra Ul Şamê tev çend terorîstên din hatin kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)