IraqNûçeRojhilatanavin

Paqijkirina navçeyên teze li rojhilata Mûsilê bi dewama qonaxa duyem a operasiyona artêşa Iraqê

Hêzên iraqî ku ji roja buhurî va qonaxa duyem a operasiyona azadkirina Mûsilê dest pê kirine, li hinek ji taxên rojavayî da hin pêşketin bi dest xistine. Ev liv û tevgerên şêrr piştî derdora mehekê rawestana operasiyonê pêk hatiye.

Li gorî rapora ISNA`yê, televîziyona Iraqê ragihand ku du hezar kes ji hêzên polîsê federal ku ji du hefteyan berî viya va li dergehên başûrê Mûsilê cih girtibûn, ketin nav taxên başûrê rojhilata vî bajarî.

Serleşker Necm El Cebûrî fermandarê opêrasiyona Mûsilê got: Eva duyem qonaxa opêrasiyona rizgarkirina Mûsilê ye ku ji aliyê hêzên taybet û polîsê federal va pêk tê.

Li gorî nûçeyên wergirtî ji rojhilata Mûsilê, hêzên iraqî karîne ji şeva buhurî va heta niha taxa El Qudsê bi tamî azad bikin û ketine nav sê taxên din.

Ji destpêka opêrasiyona azadkirina Mûsilê ji derdora 9 hefteyan berî viya va, hêzên iraqî ji çar yekê Mûsilê azad kirine; Lê pêşdaçûnan wan hêdî bûye di vê mehê da yekem rawestana sereke ya vê opêrasiyonê qewimî.

Efserekî hêzên lezbertek ên Iraqê ragihan dku ev hêzana li kêleka hlêzên şerê dijî têrorîsmê li taxa El Întisara Mûsilê li halê pêşdaçûnê ne.

Li vî halî, fermandetiya opêrasiyona “Nêynewayê! Em tên“, îro qala azadkirina kargeha dermansaziya El Hukemayê her wiha Selaxaneyek (Ciyê serjêkirina ajelan) li başûrê şaristana Teklîfê kir.

Ji aliyê din va, rayedarekî li Nêynewayê ragiahnd ku DAIŞ`ê nimêja îniyê li hejmareke mizgeftên perrava rast a Mûsilê betal kirine, her wiha ji zarokan xwestiye ku êrîşên xwe yên xwekujiyê zêde bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu