IraqNûçeRojhilatanavin

Paqijkirina Qîyarê ji têrorîstên DAIŞ`ê

Hêzên iraqî bajarokê girîng ê Qîyarê li başûra Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê azad kirin.

Li gorî rapora nûçegihanê Sahar TV yê ji Bexdayê, nivîsgeha serokwezîrtîya Iraqê ragihand ku hêzên iraqî duh piştî opêrasyoneke heftrojî karîn ku bajarokê isitratêjîk ê Qîyarê ku li nêzîkî baregeha hewayî ya başûra Mûsilê ye, azad bikin.

Li gorî nûçeyeke din ji Iraqê, têrorîstên DAIŞ`ê 48 sivîlên ku dil hebûn ji deverên bin lepên wan birevin, kuştin. Kesên gorî hewl dabûn ji devera Hewîcê ber bi deverên bin kontrola hêzên ewlehîya Iraqê va birevin.

Li gorî amara ku NY ragihandîye, DAIŞ`ê heta niha 250 kes ji 3 hezar sivîlên li devera Hewîceya Iraqê kuştine.

Ji hêla din ve, Zêrevanîya Mafên Mirovan a Iraqê jî ragihand ku 100 heta 120 têrorîstên DAIŞ`ê bi hezaran sivîl êxsîr girtine û wan wekî mertala insanî li hemberî êrişên artêşa Iraqê bi kar tînin û heta niha bi dehan kes ji wan kuştine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu