NûçeRojhilatanavinSûriye

Paqijkirina tam a Helebê, işkesta şerê siyasî û medyayî yê neyaran

Tevî gişt hewldanên ku neyarên hikûmeta Sûriyê kirin jibo ku pêşiya paqijkirina tam a Helebê bigrin lê bajarê Helebê li bakurê Sûriyê piştî 4 sal û nîvan tam ji destê terorîstan hat azadkirin.

  Fermandehiya giştî ya artêşê û hêzên çekdar ên Sûriyê şeva buhurî bi daxûyaniyekê ragihandin bajarê Helebê tam ji destê terorîtsna hatiye azadkirin û wê weke serketin û alûgureke  stratejîk da zanîn. Li gorî ragihandina artêşa Sûriyê, ev serketina xala weçerxanê ya giring a rawestana  li ber terorîzmê û derbeyeke  giran li komployên terorîstî û alîgirên wan e.
Heleb li Tîrmeha 2012an yanê çar sal û nîvan berî niha ji aliyê terorîstan va hat dagirkirin. Ji havîna buhurî proseya azadkirian Helebê destpê bû. Yanê azadkirina  Helebê ji lepên terorîstan kêmtir ji 6 mehan kişandiye.

Giringiya azadkirina  Helebê ji lepên terorîstan jibo rewşa meydanî ya Sûriyê, hevsengiya  hêzên  navçeyî û heta li hevrikyiên siyasî, cîhanî bû baîs neyarên  hikûmeta Sûriyê her karekî bikin ku nehêlin ev seerketina mezin cih were.

Damezrandina  agirbesê yek ji riyan bû ku neyarên hikûmeta Sûriyê jibo girtina pêşiya azadiya Helebê cih anîn. Dema ku li Îlona buhurî artêşa Sûriyê û hevpeymanên  wê karîn riya stratejîk a Kasteloyê azad bikin û riyên peywendiya terorîstan tev  hevpaymanên wan  qut bikin. Emerîka bi mehneyên  mirovhezane daxwaza agirbesê kir ku Rûsiyê jî ew pesend kir. Li halekê ku agirbesa yekhefteyî ber bi dawîbûnê bû, balefirên  emerîkî êriş kirin ser artêşa Sûriyê û bi dehan  eskerên sûrî kuştin ku kivş bibe armanca  damezardnian agirbesê ne alîkariyên mirovheziyê ye belkî rawestandina pêvajoya serketina artêşa Sûriyê li Helebê ye.

Emerîka û hevpeymnaên  rojavayî û erebî yên wê piştî ragihandina  nûça azadiya sedî 99ê Helebê li roja 13 Kanûna  buhurî jî bi mehneyên  mirovheziyê daxwaza damezrandina agirbesê kirin. Jibo gihêştina vê armancê jî stratejiya şerê medyayî xebitandin û medya bi hemî hêza xwe ketin xizmeta armancên  neyarên hikûmeta Sûriyê ji wan Emerîkayê.

Medyayê ser bi neyarên hikûmeta Sûriyê jî bêyî ku azadkirian Helebê rûmal bikin  bi awayekî berfireh dest bi weşana  ser qaznaca terorîsan kirin û terorîst wek welatiyên Helebê nîşan dan û hewl dan bi curekê şantajan bidin ku li Sûriyê cinayeta şêr li çarçêva karesata însanî qewimiye.

Xebitandina  Konseya ewlehiyê ya NY wek amêrekê jî stratejiyeke din bû ku neyarên hikûmeta Sûriyê bityabet Emerîka jibo girtina pêşiya  işkesta tam li Helebê bi kara nîn û heta Ban Kî Mûn, sekreterê vê demê  yê NY jî li vê şanoya medyyaî û mirovheziyê tevlî van welatana bû.

Lê tu yek ji rêçareyên hanê nekarîn pêşiya paqijkirina tam a Helebê ji lepên terroîsyan bigrin û serketina  artêşa Sûriyê û hevpeymnaên wê li Helebê cih hat.

li ser vê esasê li daxûyaniya  fermandehiya giştî ya  artêşê û hêêzn çekdar ên Sûriyê hatiye ev serketina tekezkirina  ser qaweta  artêşa Sûriyê û hêzên hevpeyman li kutakirina  şerê li hember grûpên terorîstî ye û destpêka  qonaxeke nû li işkesta  terorîzmê li seranserê axa  Sûriyê tê hesabê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu