CîhanNûçeRojhilatanavin

Li Endonezyayê tisûnamî: Herî kêm 62 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Endonezyayê ji ber bahoza tisûnamiyê herî kêm 62 kesan jiyana xwe ji dest dn û bi sedan kes jî birîndar û wenda bûne. Ji ber vê yekê pir muhtemel e hejmara birîndaran zêde bibe.

Duh li giravên Sûmatra û Cava yên Endonezyayê bahoza tisûnamiyê rabû, di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar û winda bûn.

Li gorî amarên fermî, herî kêm 62 kes ji ber tisûnamiyê can dan, derdora 600 kesan birîndar bûne û gelek kes jî wenda bûne.Her ji ber vê yekê pir muhtemel e ku hejmara kuştiyan zêde bibe.

Tê gotin ku bahoza tisûnamiyê ji ber aktîfbûna volkana (agirpeja) Anak Krakatau qewimiye. Ji ber volkanê erd hejiyaye û erdhej jî bûye sebeba tisûnamiyê.

Başa dön tuşu