AborîCîhanÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Para kelûmelên Îranê ji bazara Iraqê sedî 18 ye

Rawêjkarê bazirganiyê yê Îranê li Iraqê, got: “Zêdebûna derfirotina berhemên ne-niftî yên Îranê bo Iraqê bûye sedema zêdebûna par û pişka bazara kelûmelên îranî.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya IRIB Newsê, Nasir Bêhzad, rawêjkarê bazirganiyê yê Îranê li Iraqê bal kişand ser kêmbûna sedî 15an a para derfirotina Çîn û Tirkiyê di van mehên dawiyê de û got: “Bi zêdebûna asta derfirotina Îranê bo Iraqê, niha para kelûmelên îranî ji vê bazarê gihîştiye sedî 18an“.

Bêhzad herwiha balkêşiya bazara Iraqê ji bo çalakvanên aborî yên pişka sivîl a Îranê û zirûfa baş a bazara Iraqê, derfeteka guncav ji bo karên bazirganî û berhemanînê yên pişka sivîl a Îranê da zanîn“.

Rawêjkarê bazirganiyê yê Îranê li Iraqê, herwiha got: “Bi awayeka navgîn bihaya her Ton kelûmelên şandî ji Îranê bo Iraqê di 5 mehên derbasbûyî de gihêştiye 600 dolarî ku nîşan dide anegorî dema buhurî di sala derbasbûyî de, zêde ji dû qatî bûye“.

Bihaya danûstandina bazirganiyê ya di navbera Îran û Iraqê de ji 21ê Adara sala buhurî ve heya 20ê Adara 2018`an gihîştiye zêde ji 13 mîlyar û 200 mîlyon dolarî.

Başa dön tuşu