CîhanFilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Parastina Filistînê û azadkirina wê wezîfa eşkera ya ser milê Umeta Îslamî ye

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê wezîfe û erka ser milê serokên welatên Îslamî û gişt bijare û zanayên cîhana Îslamê pêkanîna Yekitî, agahdar û hişyarkirina netewan û rawestandina lezgîn ya bela bûyerên diltezîn li welatên Îslamî da zanîn.

Hz. ayetullah Xamineyî, rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê îro pêncşemê li peyameke girîng ji bo heciyên mala Xwedê teala bal kişand ser babetên menewî û siyasî yên Hecê û herwiha balkişand ser wezîfeya ser milê serok, bijar û zanayên cîhana Îslamê û rewşa cihana Îslamê bi taybet Filistînê.

Rêberê Înqilaba Îslamî li peyama xwe de balê dikişîne ser fitnekarî û xerabkariyên welatên îstikbarî û dijmin li dij misilmanan û dibêje: Ji aliyekê ve sihr û cadûya materyalîst û medetîxweaziyê bi saya bikaranîna amûrên pêşketî û nûjen mijûlî xapandin û xirabkarî û îmhakirinê ye û ji aliyê din ve siyasetên pergala sedestxwaz ji bo fitnekarî û vêxistina agirê neyarî û dijminatiyê navbera misilmanan û çêkirina bê ewleh û bê îstiqrarkirina welatên îslamî û çêkirina cehenema bê ewlehtiyê û neyariyê li van welatan tên bikaranîn.

Hz ayetullah Xamineyî li dewmê de dibêje: Hec dikare bibe dermanê van her du derd û belayên mezin ên di nav umeta îslamî de. Hem dikare dilan ji nepakî û jengaran paqij bike û bi nûr û ronahiya teqwa û merîfetê bi ronahî bike, hem jî dikare çavên misilmanan li ser rastiyên tal ên li cîhana Îslamê ve bike, Hec dikare îrade û viyana misilmanan jibo jiholêrakirina van rastiyên tal qahêm bike û pêngavên wan bilind û îstem û dest û zêhniyeta wan amade jibo jinavbirina van derd û kulan bike.

Rêberê Înqilaba Îslamî li peyama xwe de dest datîne ser bê ewlehî û aloziyên nav welatên îslamî û wiha dibêje: Roja îro cîhana Îslamê tûşî bê ewlehî û bê imniyetê bûye. Bê ewlehiya exlaqî û menewî û bê ewlehiya siyasî factor û sebebên sereke yên xeflet û bê agahiya me û sebebên sereke yên êriş û dilreqî û bê rehmiyên dijminan in. Me li hemberî êrişa dijminên dilreq û nemirov pêsparte û erka xwe ya olî û eqlîcih neanî. Rêberê Înqilabê balê dikişîne ser peyama Quranê ya şidetgirtina ser kafiran û rehmkirina li hevdu û ji bîr kirina vê peyamê sebeba vê yekê dizane ku dijminê me yê siyonîst di nav dilê jeogerafiya cîhana Îslamê de mijûlî fitnekariyê ye û li dewamê de dibêje: Li vê rewşê de em ji wezîfeya xwe ya eşkera yanî rizgarkirina Filistînê xafil bûne û di nav Sûriye, Iraq, Yemen, Lîbya û Behreynê de em mijûlî şerê navxwe bûne û li Efxanistan û Pakistanê jî em bi terorîsmê re mijûl kirine.

Hz ayetullah Xamineyê li peyama xwe ya Hecê herwiha bal dikişêne ser wezîfe û erka serokên welatên Îslamî û bijare û zanayên umeta Îslamî û dibêje: Serokên welatên îslamî û bijare û zanayên siyasî, olî û çandî li cîhana Îslamê erk û wezîfeyên giran li ser mile xwe hene. Wezîfeya pêkanîna yekitiyê û dûrkirina gişkan ji pevçûn û şerên etnîkî û olî, wezîfeya agahdarkirina netewan derheq şêwazên dijminatî û îxanetaîstikbar û siyonîsmê, wezîfeya pergalkirin û bi çekkirina gişkan bona rawestana li ber dijminan li meydanên curbicur ên şerên nerm û dijwar (bi sîlahan), wezîfeya rawestandina lezgîn a bûyerên nalebar di nav welatên îslamî de ku roja îro mînaka tal a van bûyeran em li Yemenê dibînin ku bûye sedema xemgînî û nerizamendiyê li seranserê cîhanê. wezîfeya berevaniya vebir û cidî ji kêmîneyên misilman ên li bin zilm û zorê, yên wekî misilmanên mezlûm ên Miyanmarê û wekî din û ji her tiştî girîngtir wezîfeya parastin û berevaniya Filistînê û hevkarî û hevrêtiya bê şik û guman bi netewekê ye ku nêzîkî 70 salan e ku jibo welatê xwe yê dagîrbûyî şer dikin.ji wan wezîfeyên girîng in ku li ser mile me gişkan e.

Rêberê Înqilaba Îslamî herwiha ber bi netewên cîhanê bi teybet yên misilman dibêje: Netewên cîhanê divê van wezîfeyan ji dewletên xwe bixwazin û bijare û zanayên civakê jî dive bi viyana qahêm û nêta pak û sadiqli riya serêxwegirtin û cihatina wan bixebitin. Ev karana nîşan û mînaka rastîn a Nusreta (Alîkariya) Ola Xwedê teala ne, ku bê şik li gor wede û soza Xwedê teala eva bi xwe dibe sedema Alîkarî û nusreta xwedê teala ji me re. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu