IraqNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna plana ewlehiyê ya hilbijartinê li Iraqê

Bi amadetiya tam a hêzên eskerî û ewlehiyê yên Iraqê, plana ewlehiyê ya dabînkirina ewlehiya hilbijartinê li vî welatî jî destpê bû.

 Li gorî rapora IRNA`yê, çavkaniyeke ewlehiyê li Iraqê li bara destpêbûna  plana ewlehiyê ya hilbijartinê  û amadetiya  hemî hêzên leşkerî û ewlehiyê yên vî welatî heya dawiya hilbijartinê agahî da.

Di hemen demê de, Seid Meien, berdevkê Wezareta karên Hindir  a Iraqê û berdevkê erkantiya operasyona Bexdayê jî pêştir  amadetiya  ewlehiyê ji bo dabînkirina  ewlehiya hilbiajrtinên  parlemanî yên vî welatî li roja 12 Gulanê raghandibû û gotibû: Hevahengiyên pir baş bi komîsyona  bilind a hilbijartinê re hene.

Hilbiajrtinên parlemanî yên sala 2018`an li Iraqê yekim hilbijartinên vî welatî piştî têkçûna  koma terorîstî ya DAIŞ’ê û duwem hilbiajrtin piştî paşdevekişyana  Emerîakyê ji Iraqê li sala 2011`an tê hesab.

7 hezar û 367 berbijarên hilbiajrtinê ji 18 parêzgehên Iraqê jibo bidestxistina  329 kursiyên parlemnaê dê bi hev re hevrikiyê bikin da ku piştî bijartina  endamên parlemanê, rewş ji bo bijartina  serokwezîr û serokkomarê vî welatî jî xweş bibe.

Li gorî ragahndina  komîsyona  hilbijartinên Iraqê propagendeya hilbijartina vî welatî kuji roja 14 Nîsanê ve destpê bûye, 24 sietan beriya destpêbûna dengigrtinê dê kuta bibe da ku berbijarên  hilbiajrtinê ji bo nasandina  xwe û bernameyên xwe yên hilbijartinê derfeta pêdivî hebin.

Başa dön tuşu