EfrîqaNûçeRojhilatanavin

Parlamenter ji aliyê parastvanan ve hat kuştin

Li Somaliyê parlamenterê Herêma Xweser a Galmudugê Muhammed Abdî Guled ji aliyê parastvanên parlamenterekî din ve hat kuştin.

Li gorî şahidên bûyerê Muhammed Abdî Guled li Mogadîşuyê li nêzîkî avahiya parlamentoyê ji aliyê parastvanê parlamenter Mehmûd Abuukate ve bi çekan hat kuştin.

Parlamenter Guled bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê, lê digel hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da.

Piştî bûyerê parlamenter Mehmûd Abuukate di axaftina xwe ya çapemenî de got: “Wesayîta Guled ji paşve li wesayîta me da, tîma me ya ewlehî jê xwest ku bisekne, lê wî demançeya xwe kişand û zor li parastvanên min kir.”

Li gorî îdîaya Abuukate parastvanên wî bi şaşî gule berdane Guled. Piştî bûyerê parastvan hatin binçavkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu