BehreynÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê bersiva idiayên wezîrên karên derve yên Imarat û Behrêynê da

Nûnertiya Komara Îslamî ya Îranê li Rêxsitna Neteweyên Yekbûyî (NY) idiaya wezîrên karên derve yên Mîrnişînên Yekbûyî yên Ereb (Imarat) û Behrêynê li bara destwerdana Îranê li karên navxweyî yên welatên din bêbingeh û dereweke eşkere da zanîn.

Ebas Yezdanî sêkrêtêrê yekem ê nûnertiya Îranê li NY li Civata Giştî ya vê rêxistinê li New Yorka Amerîkayê êvara sêşemiyê li bara idiaya wezîrê karên derve yê Imaratê li bara destwerdana Îranê li karên navxweyî yên welatên din, got: Ev idiaya durûyane û biken di rewşekê da ye ku firokeyên şêrr ên Imaratê her rojê bomban ser welatiyên sivîl ên yemenî da dibarînin.

Yezdanî her viha gotinên wezîrê karên derve yê Imaratê li bara giravên îranî wekî hedefgirtina yekparçetiya axa Îranê da zanîn û got: Dubarekirina idiayên viha dê nekare van giravan ku beşek ji axa Îranê ne û wê ji bo hetim beşek ji axa wê bin, ji Îranê cuda bike.

Yezdanî her viha bersiva idiaya wezîrê karên derve yê Behrêynê li bara destwerdana Îranê li karên navxweyî yên wî welatî jî da û got: Komîsiyona serbixwe ya lêkolînê ku ji aliyê dewleta Behrêynê va jibo vî warî hatiye damezirandin li rapora xwe ragihandiye ku belgeyên raberkirî ji aliyê dewleta Behrêynê va  idiayan piştrast nake.

Nûnertiya Îranê li NY tevî bêbingeh û derewzanîna bikaranîna navê sexte yê Kendava Erebî dewsa Kendava Farsê ji aliyê hinek ji welatên ereb ên navçeyê, got: Îran hertim li dû hebûna peywendiyên dostane digel cînarên xwe li dorhêla Kendava Farsê ye û amadetiya xwe ji bo gotûbêjê bi merema wêdadayîna nakokiyan radigihîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu