EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Parlamenterê afxanî: ‘Amerîka DAIŞê ji dorpêçiya Talîbanê xilas kir’

Parlamenterê afxanî Zahîr Qadîr îdia kir ku tîmên tevgera taybet û Hêzên Hewayî ya Amerîka yên li welêt endamên DAIŞê yên ku Talîbanê wan dorpêç kiribûn, ‘Xilas kirine’.

Telîban û DAIŞê seranserê 4 rojan li herêma Nangraharê şer kirin.

Parlamenterê herêma Nangraharê Zahir Qadîr ji Sputnikê re axivî û got: “Talîbanê komekê mezin a DAIŞê li navçeya Spin Cumatê ya Nangraharê dorpêş kiribûn. Lê Hêzên Hewayî ya Amerîkayê mudaxaleyê şer kir û li ser vê yekê endamên DAIŞê ji dorpêçê xilas bûne. Tîma tevgerên taybet û helîkopterên Amerîkayê ji bo DAIŞiyan xilas bikin, êrişî Talîbanê kir.”

Parlamenter Muhammed Sarvar Osmani Farrahî jî di daxuyaniya xwe ya ji Sputnikê re de, “Amerîka li Afxanîstanê piştgiriya DAIŞê dike. Amerîka li Afxanîstanê li gorî armancên xwe yên dem dirêj tevdigere, bo vê yekê dixwaze beîstîqrarî li Afxanîstanê dewam bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Binerîn
Kapalı
Başa dön tuşu