CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

Parlamenterê libyayî: “Li pişta êrişên baregeha petrolê Îtalya û Îngîltere hene”

Serokê Konseya Ewlehî ya Parlamentoya Libyayê Tarik el Jarushi di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: “Me li parlamentoyê biryar da ku li hemberî hêzên ku li dijî libyayiyan şer dikin, bîrên petrolê û baregehên wan wêran dikin diyaloga siyasî rawestînin. Rêxistina Birayên Misilman, El Qaîde û Tuxaya Parastina Bîngaziyê ji bo ku êrişî herêmên petrolê yên Libyayê bikin hêza xwe kirin yek.”

Tarik el Jarushi di berdewamiya axaftina xwe de got: “Me ji Konseya Serokatiya Libyayê ji bo rawestandina êrişan daxwaz kir, lê ji me re gotin mijar ne bi me ve eleqedar e. Lewra ev rewşeke duqolî ye. Pêşî Hikûmeta Yekîtî ya Neteweyî General Îdrîs Buhmada wekî serdarê muhafizên baregehên petrolê tayîn kir. Lewra piştî ku terorîstan bajarê Ras Lanuf îşxal kirin wan jî rêvebiriya baregeha petrolê teslîmî Buhmada kirin. Tiştên xerîb diqewimin.”

Jarushi di dirêjiya axaftina xwe de got: “Piştî îşxala bajarê Ras Lanufê Konseya Serokatî daxwaz kir ku bila balafir bi ser baregehê ve nefirin û milîtanên wir bombe nekin. Ev daxwaz piştî pêşniyara Îngîltere ya li Konseya Ewlehî ya Neteweyen Yekbûyî (KENY) ku digot bila qada hewayî ya Libyayê ji firînan re were qedexekirin bilindtir bû. Bi vî awayî dixwazin parlamento û gelê Libyayê têxin bin dîrektîfên xwe. Wê me mehkumî gezek nan bikin û rewşa me jî dê bibe wekî ya Iraqê.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu