NûçeRojhilatanavinSûriye

Parlamenterê Sûriyê: Hêzên me çekên kîmyewî bikar neaniye

Parlamenterê Sûriyê Şerîf Şehade, îdîayên ku dibêjin hêzên Sûriyê bi çekên kîmyewî êrîşê bajarokê Xan Şeyxûn a Idlibê kiriye, red kir û diyar kir, ku grûbên çekdar ew çekên bi gaza jehrî ji Tirkiyê anîne û dibe di dema bombebarana hêzên Sûriyê û Rûsyayê de, di nav cebilxaneyan de teqiyabin.

Parlamenterê Sûriyê Şerîf Şehade beşdarî bûltena Rûdawê bû û bersiv da îdîayên ku dibêjin, “hêzên Sûriyê li Idlibê li hember sivîlan çekên kîmyewî bikaraniye.”

Şehade got; “Hikûmeta Sûriyê li gorî rêkeftina xwe ya ligel Neteweyên Yekgirtî (NY) hemû cure çekên kîmyewî radestê civaka navdewletî kiriye û ti çekekê bi vî awayî di destê Sûriyê de nemaye.”

Şerîf Şehade dibêje; “Ev karê terorîstî yê grûbên çekdar e ne yê hikûmeta Sûriyê. Hikûmeta Sûriyê çeperên grûbên terorîstî bombebaran dike. Hikûmeta Sûriyê çekên kîmyewî bikar nayne û bikaranîna wan jî qebûl nake.”

Parlamenterê Sûriyê daxuyand, ku dibe ew çekên kîmyewî di nav cebilxenaya grûbên çekdar da be û di dema bombebarana firokeyên Sûriye û Rûsyayê de teqaiya bin lê got; “Grûbên çekdar van çekan ji Tirkiyê tînin.”

Îro danê sibê 04-04-2017 li bajarokê Xan şeyxûnê ya serbi bajarê Idlibê bi gaza jehrî bombebaran hate kirin û di encamê de herî kêm 100 kes hatine kuştin û 400 kes jî birîndar bûn. Piraniya qurbaniyên vê bombebranê jî jin û zaok in. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu