ErebîstanÎranIraqNûçeRojhilatanavin

‘Parlamenterekî şîe yê Iraqê wezîrê derve yê Siûdî vexwand’: ‘’Îran tenê şêwirmendiya leşkerî û çek ji bo me rêkirine.’’

Parlamentereke şîe yê Iraqê derbarê fermandarê sipaha Quds a Îranê de wezîrê derve yê Erebistana Siûdî vexwand.

Îro 27.12.2016ê parlamenterê kutleya Ehrar a ser bi rewta Sedr Mihemed Horî Derêsawî, daxuyaniyeke çapemeniyê de ragehand, ku milîsên Heşdî şiebî gelek qurbanî dane û tomet çêkirina bo heşdî şeibî em bi tundî red dikin.’’

Mihemed Horî Derêsawî wezîrê derve yê Erebistana Siûdî Adil Cubeyrî vexwand û diyar kir; ‘’Bila bê li ser axa Iraqê ispat bike ku fermandarê sipaha Quds a Îranê Qasim Silêman û fermandarên Îranê yên din fermandariya heşdî şeibî dikin.’’

Wî parlamenterê şîe red kir ku ti efserekî Îranê fermandariya heşdî şeibî bike û diyar kir: ‘’Piştevaniyên Îranê tenê bi rêkirina şêwirmendên leşkerî û çek û teqemeniye.’’ (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu