ÎranNûçeRojhilatanavin

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê got: Îstekbara cîhanî ji ber naveroka inqilaba îslamî hêrs bûye

Hucet ul Islam Kazim Sidîqî pêşnimêjê nivêja înîyê ya Têhranê li xutbên nimêja îniyê ya îro hegera gotinên kirêt û dijî Îranê ji aliyê Donald Trump serokkomarê Amerîka tamilnekirina xîm û binyata Inqilaba îslamî ya Îranê daye zanîn.

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê destnîşan kir: Nizama serdestxwaz hema ji destpêka serketina Inqilaba îslamî her cure pîlan ji wan duberekî xistin û şerê tehmîlî yê 8 salî dijî gelê Îranê organîze kirin lê ji ber hişyariya Îmam Xumêyînî(RH) xîmdarê Komara îslamî ya Îranê û ji ber agehdariya gelê Îranê ev pîlanên hanê pûç bûn.

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê bal kişande ser boykotên Amerîka dijî saziya gelanî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba îslamî û destnîşan kir: Hegera van boykotan ji ber viya bû ku Sipahê Pasdaran li Sûriyê û Iraqê li hemberî grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ku nizama serdestxwaz ji wan Amerîka bi xwe ew grûpa pêk anîbû rawesta û pîlanên Amerîka li navçê pûç kirin.

Hucet ul Islam Velmuslimîn Kazim Sidîqî herwisa bal kişande ser viya ku Amerîka rêketina navokî binpê dike û got: Her çend Îranê soz û qirarên xwe yên gor rêketina navokî cih aniye, lê dîsa jî dijayetiya Amerîka tev Îranê zêdetir bûye, ji ber ku ev welata dixwaze qudreta Îranê li navçê û qudreta mûşekiya Îranê kêm bike, ew jî bona jiçekkirina nizama Komara îslamî ye.

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê bal kişande ser cinayetên Erebistanê li Yemenê û got: Bi zûtî dê destê tolvegirtina îlahî tola xelkê mezlûme Yemenê ji Erebistan, Amerîka û yên ku bi derewan îdiaya berevaniya ji heq û mafê mirovan dikin bigre. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu