IraqNûçeRojhilatanavin

Iraq: Em operasyonên Tirkiyeyê li dijî bakurê Iraqê red dikin

Wezareta Karên Derve ya Iraqê ragihand ku hemû bombardûmanên li bakurê Iraqê yên Tirkiyeyê ku sivîl dibin armanc red dikin û daxwaz kir ku dawî li operasyonan bînin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Mehcûb tekez kir ku divê Tirkiye di dema her operasyon û çalakiyekê de li ser sînorên Iraqê hevahengiyê bike û xelkê sivîl neke armanc.

Ehmed Mehcûb got: “Em hemû corên destdirêjî û bordûmankirina xelkê sivîl li Bakurê Iraqê red dikin. Ji ber li sînorê parêzgeha Hewlêrê xelkên sivîl bi bordûmanên balafirên şer ên Tirkiyeyê de hatine kuştin. Herwiha hefteya borî bi rêya Alîkarê Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Iraqê ev mijar red û şermezar kiriye.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Mehcûb, tekez dike ku pêwist e bordûman û kiryarên leşkerî bên rawestandin û Tirkiye hevahengiyeke zêdetir ligel Bexdayê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu