Parlemana Iraqê ser venihêrîna mayîna eskerên emerîkî li Iraqê teqez kir
Endamekî parlemana Iraqê li bara pêwîstiya venihêrîna mesela bicihbûna eskerên Emerîkayê li Iraqê agahî da.
Li gorî rapora Fars News`ê, Welîd El-Sehlanî, endamê parlemana Iraqê, roja çarşemiyê li gotûbêja bi malpera nûçan a El-Ehd Newsê, teqez kir parleman dê hewl bide ku tevî işkesta terorîstên DAIŞ`ê ji hêzên ewlehiyê yên Iraqê, mesela mayîna hêzên emerîkî li navçê venihêre.
Donald Trump serokkomarê Emerîkayê berêvara çarşemiya buhurî, 26 kanûnê li sefereke nişkêveyî derbasî Iraqê bû û li navenda Eyn Esedê li parêzgeha Enbarê, li rojava vî welatî bi eskerên emerîkî re hevdîtin pêk anî û ser bicihbûna eskerên emerîkî li Iraqê teqez kir.
Hejmarek ji nûnerên parlemana Iraqê, sefera Trump ya Enbarê weke bêrêziya li gorriyên terorzma Emerîkayê li Iraqê û navçê dan zanîn û bawer in ku ev kiryara viyaneke giring bo parlemana Iraqê bona pejirandina demlidest a qanûna derxistina eskerên emerîkî wek hêzên dagirkirê Iraq û navçê ye.