IraqNûçeRojhilatanavin

Parlemana Iraqê ser venihêrîna mayîna eskerên emerîkî li Iraqê teqez kir

Endamekî parlemana Iraqê li bara pêwîstiya venihêrîna mesela bicihbûna eskerên Emerîkayê li Iraqê agahî da.

 Li gorî rapora Fars News`ê, Welîd El-Sehlanî, endamê parlemana  Iraqê, roja çarşemiyê li gotûbêja  bi malpera nûçan a  El-Ehd Newsê, teqez kir parleman dê hewl bide ku tevî işkesta terorîstên DAIŞ`ê ji hêzên ewlehiyê yên Iraqê, mesela mayîna  hêzên emerîkî li navçê venihêre.

Donald Trump serokkomarê Emerîkayê berêvara  çarşemiya buhurî, 26 kanûnê li sefereke nişkêveyî derbasî Iraqê bû û li navenda  Eyn Esedê li parêzgeha  Enbarê, li rojava  vî welatî bi eskerên emerîkî re hevdîtin pêk anî û ser bicihbûna  eskerên emerîkî li Iraqê teqez kir.

Hejmarek ji nûnerên  parlemana Iraqê, sefera Trump ya Enbarê weke bêrêziya li  gorriyên  terorzma Emerîkayê li Iraqê û navçê dan zanîn û bawer in ku  ev kiryara  viyaneke giring bo parlemana Iraqê bona  pejirandina  demlidest a qanûna  derxistina  eskerên emerîkî wek hêzên dagirkirê Iraq û navçê ye.

Başa dön tuşu