CîhanMisrNûçeRojhilatanavin

Li parêzgeha Sînaya Bakur 52 têrorîst hatin kuştin

Fermandetiya gişt hêzên çekdar ên Misrê roja Duşemiyê b daxûyaniyekê ragiahnd ku li operasiyona arttêşa vî welatî li parêzgeha Sînaya Bakur 52 têrorîst hatin kuştin û 7 veşartîgehên wan û 28 erebeyên wan ên zirêhî jî hatin rûxandin.

Li gorî vê daxûyaniyê, 10 çekên xwekar, 4 çekên Saçmeyî, 52 Motorsîklêt, hin madeyên teqandinê yên TNT, hejamreka bombeyên destçêkirî û muhîmatên din ji van têrorîstan hatin desteserkirin.

Sê çekdarên misrî jî li vê operasiyonê hatin kuştin.

Artêşa Misrê di heyama yek sala bihurî da bernameyeka berfireh ji bo serkutkirna komên têrorîst cih aniye.

Koma Ensara Bêyt El Muqedesê ku piştî tevlîbûna nav koma têrorîst a DAIŞê navê xwe kir Welayeta Sînayê, di çend salên bhurî da hn operasiyon dijî hêzên artêşê û polîsê Misrê pêk anîne ku di encama wan da hejmareka zêde hatine kuştin an birîndar bûne.

Başa dön tuşu