İslami Davet Kurdi Bange İslami

Parlemana Rejîma Siyonîstî daxwaza hilbijartinên zûdem kir

Partiya Lîkod ya ser bi serokwezîrê Rejîma Siyonîstî daxwaza lidarxistina hilbijartinên zêdem ên parlemanî li meha Nîsanê kir.

 Li gorî rapora IRNA`yê, partiya  Lîkod   li çarçveya rayedarên  pênc hevalebndiyên  partiyê li daxûyaniyeke hevpar li bara  hevhatina li bara lidarxistina  hilbijartinên zûdem ên parlemanî agahî da.

Li vê daxûyaniyê hatiye: Rêberên  partiyên hevalendiyê bi hemî dengan biryar dan ku Kênêsêtê hilweşînin û hilbijartinên  nû li meha Nîsanê li dar xînin.

Serokwezîrtiya Binyamîn Nêtanyahû sala 2019`an  dawî dibe  û li mehên derbasbûyî zexteke zêde ser kabîna  serokwezîrê Rejîam siyonîstî hebûye û partiyên dijberê wî ji ber gendeliya  aborî û işkestên wî li hember hêzên berxwedana  Filistînê daxwaza wêdebirina wî kirine.

Pêştir  Nêtanyahû  lidarxistina  hilbijartinên  zûdem nepêwîst  û şaş dabû zanîn li gor  bernama  pêştir kivşkirî qirar bû hilbijartinên  Îsraîlê li Mijdara sala tê were lidarxistin.

Exit mobile version