Nûnerekî Kênêsêtê, parlemana Rejîma Siyonîstî û serokê partiya kar a vê rejîmê daxwaza îstifaya demlidest a Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî kir.
Polîsê Rejîma Siyonîstî roja çarşemiyê bi fermî Binyamîn Nêtanyahû bi sûcê “Wergirtina bertîlê û xeyaneta li emanetê“ tawanbar kir.
Li gorî rapora navenda ragihandinê ya Filistînê, medyayên siyonîstî raghandin ku piştî tewsiyên duh ên polîs derheq mehkemekirina Nêtanyahû di dadgehê de bi tawana gendeliyê û wergirtina berîlê, Yaîr Lîbîd, endamê Kênêstê, parlemana Rejîma Siyonîstî û Awî Gebay serokê partiya kar daxwza îstifaya demlidest a wî kir.
Vî nûnerê Rejîma Siyonîstî diyar kir: “Heta heke qanûn jî Nêtanyahû neçar bi îstifayê neke, kesê ku ev hemî tawan hene nikare wek serokwezîr bixebite û divê dev ji kar berde“.
Serokê partiya kar jî dsetnîşan kir: “Li gorî lêpirsîn û lêkolînên cihhatî, dewra Nêtanyahû dawî bûye û wî derbeyeke zav li qanûn û saziyên dadweriyê xistiye“.
Dosiya gendelya aborî ku li bara Nêtanyahû tê hilêxistinê, wergirtina miliyonek ji Arnawd Mîmran mufsidê aborî yê fransî ye ku tê gotin, ku ji bo propagendeya serokwezîriya Nêtanyahû hatiye xerckirin.
Serokwezîrê Rejîma Siyonîstî her wiha ji ber kirîna sê jêrderyayiyên Ji Almanyayê bi qasî zêde ji milyarek dularê ketiye ber jêpirsiyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)