İslami Davet Kurdi Bange İslami

Parlemana Rejîma Siyonîstî fermana dagîrkirina erdê filistîniyan da

Parlemana Rejîma Siyonîstî li reyî û dengên xwe yên duşemê şev, pêşniyar qanûna dagîrkirina dehan navçên filistînî li Qiraxa Rojavaya Çemê Urdinê pejirand û bona pejirandina sereke pêwîste ku li nav parlemana Rejîma Siyonîstî sê caran nûnerên Kinisitê reyî û dengên xwe bidine vê pêşniyar qanûnê

Gor vê pêşniyar qanûnê, 330 malên siyonîstan ku li bajarokê Emûna li erdên dagîrbûyî hatine çêkirin, gere ku ev malana herine bajarokên siyonîstnişîne Qiraxa Rojavaya Çemê Urdinê.

Pêştir Binyamîn Netanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî li bara şûn û eserên xirab yên pejirîna pêşniyar qanûna çêkirina bajarokan li Qiraxa Rojavaya Çemê Urdinê hişyarî dabû û ragihandibû eger ev terha bê pejirandin, dosiya dijî Îsrayîl dê li Dîwana Navnetewî ya Kêyferî were vekirin.

Avihayî Mendilbît mişêwirê hiqûqî yê parlemana Rejîma Siyonîstî jî ragihandibû ku pejirîna pêşniyar qanûna çêkirina bajarokan li Qiraxa Rojavaya Çemê Urdinê ser zerera Îsrayîl e.

Rejîma Siyonîstî dixebite pê çêkirina bajarokan li nav erdên dagîrbûyî yê filistîniyan ji nezera cuqrafiyayî navçê biguherîne ta ku desthilata xwe ser hinek ji navçên filistînî zêdetir bike.

Herwisa Rejîma Siyonîstî pê van cure siyasetên xwe dixwaze pîşiya damezirîna welatekî filistînî ku paytexta vî welatî Qudsa Şerîf e, bigre. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version