CîhanErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Parlemanterê Îranê: Rapora Mafê Mirovan a NY li dij Îranê neast e

Berdevkê Desteya Serokatiyê ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê got: Ji ber ku Rêxistina Netewên Yekbûyî (NY) ji babeta fînansî û diravî li Amerîkayê girêdayî ye li weşandina rapora xwe derheq rewşa mafê mirovan li Îeranê nikare bêteref bibe û raporên rast biweşîne.

Raportera Konseya Mafê Mirovan a NY Asma Cehangîr roja sêşemê li rapora xwe ya yekem ya li dij Îranê hewldana Îranê li dij qaçaxa madên narkotîk û îdamkirina qaçaxçiyên mezin ên van madan sedema bi endîşe û bi fukarbûna xwe daye zanîn û ji aliyê din ve îdia kiriye ku Tehran azadiya îfadkirina bawerên xwe û azadiyên şexsî binpê dike.

Li gor IRNA`yê, Berdevkê Desteya Serokatiyê ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê Behrûz Nemetîev rapora bi şidet rexne kiriye û ragihandiye ku weşandina raporeke nerast derheq rewşa mafê mirovan li Îranê nîşan dide ku NY li warê mafê mirovan bêteref û serbixwe nîne.

Nemetî got: Heya dema ku NY ji Amerîka û Erebistanê alîkariya diravî û fînansî distîne xwe li ber rewşa mafê mirovan li van du welatan bê deng dike û li gor xwesteka van du welatan rapora xwe ya li dij Îranê amade dike û diweşîne.

Berdevkê Desteya Serokatiyê ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê got: NY dixebite bi van raporan rê ji bo welatên rojavayê ve bike da ku ew li dij Îranê tev bigerin û bixebitin.

Berdevkê Wezareta karên Derve yê Îranê Behram Qasimî jî ser vê mijarê got: Komara Îslamî ya Îranê rapora mafê mirovan a Komîsiyona NY ku li gor hedef û armancên siyasî û bijarte yên hin welatên taybet amade bûye bi fermî nas nake. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu