AborîIraqNûçeRojhilatanavin

Parlementerekî Iraqê: Bûdceya Kurdistanê dê were zêdekirin

Endamekî parlementoya Iraqê dibêje, pişka bûdceya Kurdistanê ya sala 2019 dê were zêdekirin.

Parlementerê Iraqê Ehmed Sefar ji got, me du hefte beriya niha komek daxwazî û pêşniyarên xwe li ser bûdceyê dan rayedarên hikûmetê lê belê heta niha bersiva me nehatiye dayîn.

Ehmed Sefar her wiha got, nîvê wan pêşniyar û daxwaziyên me ji aliyê hikûmetê ve hatine pesendkirin, yên din jî gotûbêj li ser tê kirin. Yek ji daxwaziyên me zêdekirina bûdceya Kurdistanê ye. Bê guman dê bûdceya Kurdistanê were zêdekirin ji ber ku hikûmetê sozek wisa daye.

Di qanûna bûdceya sala 2019 ya Iraqê de bûdceya Kurdistanê %12 hatiye hesibandin.

Başa dön tuşu