IraqNûçeRojhilatanavin

Seyyid Muqteda Sedr ji hemû welatên cînar xwest piştevaniya dewletekî teknokirat li Iraqê bikin.

Rêberê bereya Sedr li hevdîtina tev baylozê birek ji welatên cînarê Iraqê xwest piştevaniya dewletekî teknokirat li Iraqê bikin ne ku xwetêkeliya nav karûbarên Iraqê bikin.

Li gor rapora ajansa nûçan a ISNAyê, Seyyid Muqteda Sedr serokê bereya Sedr pêşwaziya birek ji baylozên welatên cînarê Iraqê ji wan Erebistan, Tirkiye, Urdin, Sûriye û Kuwêyîtê kir.

Seyyid Sedr hêviya xwe da diyarkirin ku li vê meha tijî xêr û bereket a rojiyê peywendiya navbera welatên erebî, islamî baştir bibe û hemû welatên navçê ku cînarê Iraqê ne û peywendiyên çandî û dîrokî yên hevpar tev Iraqê hene, hemû bi biratî û hevgirtin alîkariya hevdu bikin.

Seyyid Sedr destnîşan kir ku esasa peywendiyên Iraqê tev welatên cînar gor siyasetekî eşkera pêk hatiye û ew jî evaye ku welatên cînar hertim dostê gelê Iraqê ne û dijminê xelkê Iraqê nînin.

Wî got: Pêwîst e ku piştevaniya ji Iraqê bi hêz û qawet be.

Seyyid Sedr destnîşan kir ku hemû ew rudawên ku li nav welatên cînar diqewimin bê şik tesîra xwe li ser Iraqê jî hene û eger rudawek li nav Iraqê jî biqewime bê şik li ser welatên cînar jî tesîra xwe heye loma pêwîste hemû welatên cînar alîkariya Iraqê bikin ta ku dewletekî teknokirat li nav Iraqê pêk were.

Başa dön tuşu