Parlementoya Iraqê destûr da Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ku hêzên leşkerî bişîne Kerkûkê û herêmên din ên nakok daku zeviyên petrolê kontrol bikin.
Parlementoya Iraqê îro bi beşdariya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiya û 13 biryar ji bo referandûma Herêma Kurdistanê dan.
Yek ji wan biryaran ew e ku Serokê Artêşa Iraqê pabend e, prosedûrên destûrî û qanûnî ji bo parastina yekîtiya axa Iraqê bîne cih.
Herwiha parlementoya Iraqê xwest ku Ebadî fermanê bide artêşa Iraqê û Hêzên Ewlehiyê daku biçin herêmên nakok ku Kerkûk jî di nav wan de ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)