CîhanEwropaNûçe

Parlimana Brîtanyayê Lihevkirina Brêgzîtê nepejirand

Parlimana Brîtanyayê bi 432 dengên Na li hemberî 202 dengên Erê, Lihevkirina Brêgzîtê red kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, dengwergirtina derbarê Lihevkirina Brêgzîtê Sêşemiyê bi şev piştî 8 rojan gotûbêjan navbera qanûndarêjên brîtanyayî hat lidarxistin.

Lihevkirina Brêgzîtê ku di navebra London û Brokselê da pêk hatibû, sazûkara derketina Brîtanyayê ji Yekîtiya Ewropayê diyar dikir.

Hevdem digel vê dengwergirtinê, bi sedan kes ji dijber û hogirên Brêgzîtê li ber Parlimana Brîtanyayê kom bûn û ji rêya têlêvîziyona ku li qada Parlimanê hatibû danîn, alûgorên nav parlimanê dişopandin.

Serokwezîra Brîtanyayê Duşemiyê bi şev hişyarî dabû ku heke parlimana vî welatî Lihevkirina Brêgzîtê pesend neke, ev welata dê tûşî metirsiya parçekirinê were.

Trêza Mêya serokwezîra Brîtanyayê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku derketina Londonê ji Yekîtiya Ewropayê nabe bkeve derengiyê, gotibû ku pesendnebûna Lihevkirina Brêgzîtê li Parlimanê renge bibe sebeba derketina bi kêşe ya Brîtanyayê ji Yekîtiya Ewropayê an têkçûna tam a Brêgzîtê û mayîna Brîtanyayê li Yekîtiya Ewropayê.

Mêyê her wiha got: Her du bûyer tenha dê bibin sebeba xurtbûna helwêsta serxwebûnxwazan li Skatlendê û Îrlenda Bakur.

Hayko Mas, wezîrê karên derve yê Almanyayê roja Sêşemiyê ragihand ku heke nûnerên Parlimana Brîtanyayê  dijî Lihevkirina Brêgzîtê derkevin, yekîtiya Ewropayê amade ye ku derbarê pêkanîna hin reforman li vê lihevkirinê gotûbêj bikin.

Pesendnebûna Brêgzîtê li Parlimana Brîtanyayê têkçûneka giran ji bo dewleta Trêza Mêyê ye ku di heyama du saln bihirî da hemî hewla xwe jibo v lihevkirinê pêk anîbû; Têkçpûna ku heta renge bibe sebeba lidarxistina hilbijartina berwext a seranserî.

Serokên welatên endamê Yekîtiya Ewropayê Yekşemiyê, 25ê Mijdara 2018an li civînekê li Brokselê Pêşnivîsa Lihevkirina derketina Brîtanyayê ji vê yekîtiyê pesend kirin. Derketina dawiyê jibo cihanînê hewcetî bi pesendbûna li Parlimana Brîtanyayê hebû.

Gelê Brîtanyayê (Englîs, Skatlend, Wlz û Îrlenda Bakur), roja 23ê Hezîrana 2016an bi beşdariya li giştpirsînekê dengê xwe dane derketina vî welatî ji Yekîtiya Ewropayê.

Ev di rewşekê da ye ku encamên rapirsînekê nîşan didin ku zêde ji nîvê gelê Brîtanyayê vedibijêrin ku ku welatê wan li Yekîtiya Ewropayê bimîne.

Dewleta Brîtanyayê divê gotûbêjên Brêgzîtê heta Adara sala 2019an bigihîne encamê.

Başa dön tuşu