Parlimana Iraqê bi awayekî fermî ji dewleta vî welatî xwest ku xişteya dema derketina hêzên bîyanî ji wan leşkerên amerîkî ji axa Iraqê amade bike û ragihîne.
Bi dû işkesta koma têrorîst a DAIŞ`ê, dewama mayîna hêzên bîyanî ji wan leşkerên amerîkî li Iraqê di nava gel û komên sîyasî yên Iraqê de bûye mijara sereke ya nîqaşan.
Li gorî rapora malpera ajansa nûçan a El Meilûmê, endamên parlimana Iraqê îro l icivîna xwe qedrê hemî welatên li şerê dijî DAIŞ`ê pişta Iraqê girtin girtin û ji dewleta vî welatî xwestin ku xişteya dema derketina hêzên bîyanî ji axa Iraqê amade bike.
Berî vîya komsyona ewlehî û berevanîyê ya parlimana Iraqê li nameyekê jibo Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî ji wî xwestibû ku têkildarî mayîna eskerên amerîkî li Iraqê bersivê bide.