IraqNûçeRojhilatanavin

Parlimana Iraqê li ser hilbijartinê civîneka awarte li dar dixe

Parlimana Iraqê îro anku şemiyê li ser daxwaza parlementeran civîneka awarte ji bo hiolkolandina encamên hilbijartina seranserî li vî welatî bi amadebûna endamên Konseya Komîsiyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê li dar dixe.

Li gorî rapora ISNAyê û li gorî nivîsîna rojnameya seranavçeyî ya El Heyatê, Ofîsa Selîm Cebûriyê serokê parlimana Iraqê bi weşandina daxûyaniyekê ragihan dku îro Şemiyê piştî nîvroj li ser daxwaza 18 kes ji parlementeran dê civîneka awarte bi amadebûna endamên Konseya Komîsiyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ji bo hilkolandina pêvajoya Hilbijartinê û pirsgirêkên wê bi taybet li Kerkûkê were lidarxistin.

Ofîsa Nûrî Malikî, Alîkarê serokomarê Iraqê jî bi daxûyaniyekê ragihand ku Malikî li ofîsa xwe mazûvantiya Selîm cebûrî kir û li vê hevdîtinê dawîn guhertinên siyasî û ewlehiyê yên Iraqê, encamên Hilbijartinê û civîna awarte ya ku îro dê were lidarxistin, hatin hilêkolandin û du aliyan li bara pêwîstiya pêngavrakirina hevpar ji bo bidestxistina rêkarin ku tevahiya aliyan razî bike, li hev kirin.

Li gorî vê daxûyaniyê, malikî û Cebûrî li ser pêwîstiya hewildana ji bo kontrola rewşê û parastina pêvajoya siyasî û hilkolandina gazinde û dozên vekirî ji aliyê rêxistinên siyasî li Komîsiyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê li gorî qanûnê pêgirî kirn.

Nûnerê siktirtirê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê, Yan Kûbîs jî bi daxûyaniyekê daxwaza kir ku Komîsiyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê bilez û bi awayekî ciddî tevahiya gazindeyên hilêxistin hilkolîne û heke pêwîst bû li hin navendan bi taybet li Kerkûkê dengên xelkêî ji nû va û bi awayê destî bên hejmartinê.

Kûbîsî destnîşan kir: Ev girîng ku ku ev kar bi zelaltîyeka tam pêk werin. Heke ji NY li vî warî da alîakriyek bê xwestin, ev nûnertî ji bo alîkariyê amade ye.

Nûnerê siktirtirê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê ji aliyê bibandor xwest ku ji Aştiyê berevanî bikin û hema wisa sozdarê bidwîanîna nakokî û kêşeyên hilbijartinê ji riyên qanûnî yên nasyar bin.

Ofîsa Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê jî ji Konseya Komîsiyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya vî welatî xwest ku li veguhestina agahiyan herî zêde baldar be û rewşa ewlehiyê lawaz neke.

Ebadî bal kişande ser vê yekê ku çend rojan beriya niha fermana hêzên pirtir bo parêzgeha Kerkûkê dabû û destnîşan kir: Ewlehiya Kerkûkê di bin kontrolê da ye.

Başa dön tuşu