IraqNûçeRojhilatanavin

Parlimana Iraqê nekarî civîna awarete têkildarî hilbijartinan lidar bixe

Çavkanîyeke parlimanî ji Iraqê ragihand ku civîna parlimana vî welatî têkildarî hilkolandina kêmasîyên hilbijartinan, ji ber komnebûna parlimanteran a bi asta pêwîst nehat lidarxistin.

Li gorî rapora malpera Somerye News`ê, çavkanîyeke parlimanî ragihand: Îro tenê 105 parlimanter li meclisê amade bûn lewma hejmara wan negihîşt asta pêwîst û civîna hilkolandina mesela hilbijartinan nehat lidarxistin.

Li gorî vê raporê, lê civîna asayî ya parlimanê têkildarî mijara hilbijartinan hat lidarxistin.

Daxwaza vê civînê ji hêla Selîm Cibûrî serokê parlimanê ve hatibû kirin.

Hilbijartinên parlimana Iraqê bûne sedema gellek nîqaş û gengeşeyên cidî yên parlimanterên niha û yên nû yên vî welatî bi awayekî Selîm Cibûrî civîna îro ji bo hilkolandina vê mijarê terxan kir. Lê ji ber ku hejmara parlimanteran negihêşte asta pêwîst, ew civîna awarte nehat lidarxistinê û tenê civîna asayî hat lidarxistin.

Başa dön tuşu